Pizişkekî Hewlêrê dibe balyozê pizişkiya didanan a dîjîtal

Pizişkê didanan, Cêgir Derbendî
Pizişkê didanan, Cêgir Derbendî

Navenda Nûçeyan (K24) – Pizişkekî didanan ê bajarê Hewlêrê bi navê Cêgir Derbendî pişkdarî di konfiranseke navdewletî de kir û wekî balyozê pizişkiya didanan a dîjîtal û nûnerê Îraqê hat diyarkirin. Ew konfirans li welatê Mexribê bi pişkdariya 64 welatan hat kirin.

Cêgir Derbendî ku pizişkê didanan e û akinciyê bajarê Hewlêrê ye got ku wî li ser astê Rojhelata Navîn wekî şarezayê pêşxistina şiyanên pizişkiya didanan pişkdarî di bi dehan çalakiyan de kiriye. Wî berdewam li Hewlêrê û Bexdayê û bajarên din ên Îraqê û herwesa li Îmaratê û Ewropayê jî kar kiriye û korsên cuda cuda ji bo pêşxistina pizişkiya didanan vekirine.

Piştî ku di dema borî de konfiranseke navdewletî ya girêdayî pizişkiya didanan bi pişkdariya 64 welatan li Merakişa Paytexta Mexribê hat kirin, Cêgir Derbendî di wê konfiransê de wekî balyozê pizişkiya didanan a dîjîtal û nûnerê Îraqê hat diyarkirin.