Rûsyayê 34 zarok ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûsyayê 34 zarokên welatiyên xwe yên ku li kampên li Rojavayê Kurdistanê diman, vegerandin Moskoyê.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Komîsera Mafên Zarokan a Rûsyayê Maria Lvova Belova, 34 zarokên ku li kampên li Rojavayê Kurdistanê diman, vegeriyan Rûsyayê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, şeva 15ê Cotmehê firokeye leşkerî ya Rûsyayê ku ew zarok rakiribûn, li Firokxaneya Çkalovskî ya ser bi Moskovayê daket.

Daxuyaniyê diyar kir jî, temenê wan zarokan di navbera 4 û 16 salî de ne û hin ji wan li xaka Sûriyê ji dayik bûne.

Di meha Tîrmeha borî de, Maria Lvova Belova ragihandibû, ew plan dike ku 200 zarokan ji kampên penaberan li Sûriyê vegerîne.

Bi hezaran malbatên DAIŞê li kampên Rojavayê Kurdistanê hene, Rêveberiya Xweser jî dibêje, pirsa van malbatan, pêwîstî bi destêwerdaneke navdewletî heye û bang li welatên cihanê dike, ta ku welatiyên xwe ji kampan werbigirin.