Matthew Miller: Blinken û Netanyahu xwe li heşargehekê diparêzin

Blinken û Netanyahu li Televîvê, 16ê Cotmeha 2023ê - wêne: AFP
Blinken û Netanyahu li Televîvê, 16ê Cotmeha 2023ê - wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand, ji ber lêdana zenga haydarkirinê ya Televîvê ji ber tirsa moşekbarana Hemasê, Blinken û Netanyahu ji bo dema pênc deqîqeyan çûn heşargehekê.

Li roja Duşemê, 16ê Cotmeha 2023ê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken careke din di eynî heftiyê de serdana Israîlê kir. Di wê serdana xwe de, Blinken bi Netanyahu re rûnişt. Di wê demê de, zenga haydarkirinê hat lêdan. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller eşkere kir, Blinken û Netanyahu ji bo dema pênc deqîqeyan xwe li heşargehekê parast.

Matthew Miller amaje da wê yekê jî ku piştî wê yekê, hemî amadebûyîyan cihê xwe berda û paştir li Navenda Serkirdetiyê li Wezareta Bergiriyê ya Israîlê berdewamî da danûstandinên xwe.

Roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin, û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê, supayê Israîlê wekî bersivek rojane Kertê Xezzeyê bombebaran dike.

Li gor amarên medyaya Israîlê, heta seet 19:30 ê êvara roja Duşemê, nêzî hezar û 400 Israîliyan ji serbaz û welatiyên sivîl hatine kuştin û nêzî du hezar û 700 kesên din jî birîndar bûne. Li beranberî wê jî, li dû amarên saxlemiyê yên Xezzeyê, di encama êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê de, du hezar û 808 welatiyên Filistînî hatine kuştin û zêdetirî 10 hezar û 850 kesên din jî birîndar bûne.