Mehmûdiyan: Em dixwazin pêwendiyên bazirganî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de pêşve bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Îranê yê li Herêma Kurdistanê li 16emîn Pêşangeha Navdewletî ya Silêmaniyê ragihand, kompaniyên Îranî dikarin karên mezin li Herêma Kurdistanê bikin.

Konsulê Îranê li Herêma Kurdistanê Mihemed Mehmûdiyan ji K24ê re ragihand, nêzîkî 15 kompaniyên Îranî di Pêşangeha Navdewletî ya Silêmaniyê de beşdar in. Hêvî xwast jî, pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê di warê bazirganî û veberhênanê de zêdetir bipêş bikevin.

Mehmûdiyan got, hinardekirina Îranê bo Herêma Kurdistanê zêde bûye û hewlên Îranê hene ku hîn bilind bike. Herwiha pêwîst dît ku her du alî zêdetir giringiyê bidin vî warî, ji ber ku ev yek dê sûda wê ji Îran û Herêma Kurdistanê re hebe.

Mehmûdiyan destnîşan kir, wan karekî baş ji bo pevguhertina heciyan kiriye û hewlên wan ji bo dabînkirina asankariyên zêdetir ji bo geştyar û heciyên Îranî yên serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin, bikin.

Konsulê Îranê diyar kir, ew ê nameyekê bidin karsazên Herêma Kurdistanê, ta ku bikarin li gorî wê nameyê 15 caran serdana Îranê bikin. Aşkere kir jî, ew bi niyaz in odeyeke taybet (VIP) li deriyê Başmaxê vekin, da ku bazirgan bê pirsgirêk serdana Îranê bikin.

Mehmûdiyan got, kompaniyên Îranî yên beşdarî pêşangehê bûne, kompaniyên mezin in û dikarin karên mezin li Herêma Kurdistanê bikin, Ev kompanya li Îranê jî tên nasîn û karên mezin dikin û kalîteya wan bilind e, ku dikarin sûdê bigihînin Herêma Kurdistanê.