Li Xezzeyê dêrek hat bombebarankrin

Doh roja Pêncşemê, 19ê Cotmeha 2023ê, ji bo cara yekê di şerê Hemas - Israîlê de dêreka Xezzeyê hat armanckirin.

Li gor zanyarên malpera Elhure ya Amerîkayî, Dêra Pirîvîryosê li Xezzeyê ji aliyê çavkaniyeka nediyar ve hat bombebarankirin û kuştî û birîndar hene.

Wê malperê amaje daye wê yekê jî ku ew dêr li sala 425ê Zayînî ji bo cara yekê hatiye çêkirin û li dû qonaxan hatiye guhertin û nûjenkirin. Ew dikeve taxa Zeytûneyê li Kertê Xezzeyê. Ji ber vê êrîşê, pişka xizmetkariyên wê heriftiye.

Qeşe Yûsif Eshed li Dêra Latîîn a Xezzeyê ragehandiye, zanyarên li ser bombebarnakirina Dêra Pirîvîryosê ron nînin.

Herwesa amaje daye wê yekê ku ji ber wê êrîşê çalek bi kûratiya heft metran çê bûye û nêzî 100 awareyên Xezzeyê li nav wê dêrê bûn û xwe tê de heşar dabû.

Li gor zanyaran, 18 kes di wê bombebarankirinê de hatine kuştin û 15 kesên din jî winda ne.

Behsa wê yekê jî kir ku piraniya wan kuştiyan kesûkarên yek in û li cem hev nivistibûn.

Wezareta Navxwe ya Xezzeyê doh roja Pêncşemê belav kiriye ku piraniya awareyan penaya xwe biriye ber dêrên Xezzeyê, lê niha ew jî tên bombebarankirin.

Serê sibeha roja 7ê Cotmeha îsal, çekdarên Bizava Hemasê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin Israîlê û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan birî û êrîşa bejahiyê jî kir ser Israîlê.

Wekî bersiv ji bo êrîşa Bizava Hemasê, supayê Israîlê jî operasiyona Şûrê Asinî ragehand. Di encamê de, heta niha zêdetirî 3500 kesan li Kertê Xezzeyê hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in. Hejmara birîndaran jî ji 10 hezar kesan derbaz bûye.

Îro roja Înê, 20ê Cotmeha 2023ê, Wezareta Tendirustiyê ya Israîlê ragehand ku ji ber şer û aloziyên navbera Hemas û Israîlê, heta niha 1400 Israîlî hatine kuştin û 4834 kes jî birîndar bûne.