Rûniştina duyê ya berdadkirina bikujên rûdana bajarkê Nisêbînê hat paşxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Înê, 20ê Cotmeha 2023ê, li dadgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, rûniştina duyê ya berdadkirina bikujên rûdana bajarkê Nisêbînê bû.

Nûnerê herdu malbatên qurbaniyan, Herbî Celaledîn, ji K24ê re ragehand, rûniştina dadgehê seet 9:00ê sibeha îro li dadgeha Mêrdînê bi amadebûna herdu bikujan hat kirin.

Herwesa wî got ku ew doz li cem dadweran û dadgehê gelek mezin e û pêdivî zêdetir belge û lidûçûnan, lewma li ser daxwaza parêzeran, dadgehê rûniştina xwe ji bo 20ê Meha Çileyê ya sala bê paş xist.

Herwesa Herbî Celaledîn got, ew dê li ser wê dozê berdewam bin heta wan kesên li pişt şehîdkirina dayika wî û birayê wî û sê nasên wî eşkere bikin.

Celaledîn tekez kir ku di rûniştina îro ya dadgehê de, çend amajeyek hebûn ku ev tawan ji nişkê ve nehatiye kirin belkî pilan ji bo wê hatiye danan.

Herwesa got: Em geşbîn in ku li paşerojeka nêzîk tawanbar bi xwe dê wan kesan eşkere bikin ên ku li pişt vê tawanê ne.

Serê sibeha roja Pêncşemê, 19ê Çileya 2023ê, li bajarkê Nisêbînê yê bi ser parêzgeha Mêrdînê ve, pênc welatiyên bajarê Dihokê di erebeyekê de ji aliyê çend kesan ve hatin şehîdkirin.

Tê zanîn ku ew welatiyên başûrê Kurdistanê bi merema wergirtina çareseriya nexweşiyan çûbûn Tirkiyeyê.

Ew rûdan li ser rêya serekî ya Nisêbîn-Mêrdînê çê bûbû.

Piştî wê rûdanê, hêzên ewlehiya Tirkiyeyê pênc kes li ser wê rûdanê girtine ku du ji wan tawanbarên serekî ne û sêyên din jî arîkar in.