Erdogan pirotokola endambûna Swêdê di Hevpeymaniya NATOyê de îmza dike

Ajansa Anadolê ya Tirkiyeyê belav kiriye ku Serokkomarê Tirkiyeyê pirotokola endambûna Swêdê di Hevpeymaniya NATOyê de îmza kir.

Li gor zanyarên Ajansa Anadolê ya Tirkiyeyê, îro roja Duşemê, 23ê Cotmeha 2023ê, pirotokola endambûna Swêdê di NATOyê de ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê, Receb Teyîb Erdogan, ve hatiye îmza kirin û paşan ji bo perlemana wî welatî hatiye şandin.

Roja Duşemê, 10ê Cotmeha 2023ê, di perawêza kopîtka NATOyê de li Vîlniyusa paytexta Lîtwanyayê, Serokkomarê Tirkiyeyê, Receb Teyîb Erdogan, Sikirtêrê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson civiyan.

Piştî wê civînê di ragehandina sêalî ya Tirkiye, Swêd û NATOyê de amaje bi wê yekê hat dan ku Tirkiye dê pirotokola endambûna Swêdê di NATOyê de bişîne perlemanê.

Pêştir jî Wezîrê Bergiriyê yê Almanyayê Boris Pistorius eşkere kiribû ku giring e Swêd bi zûtirîn dem bibe endama NATOyê.

Di meha Adara sala borî de Tirkiyeyê daxwaza Finlandê ji bo endambûna NATOyê pejirand, lê hêşta rexne li ser Swêdê hebûn û daxwaz kir arîkariyê bike û pêngavên konkirîtî di warê radestkirina kesên daxwazkirî ji bo desthilata dadwerî ya Tirkiyeyê bi tometa terorê de biavêje.

Swêd dibêje ku erkên xwe li dû yadaştên sêalî bi cî anîne û qanûneke dijî terorê ya wekî wê qanûna ku Finlandê pejirandiye derxistiye. Bi wî rengî Tirkiye li ser daxwaza wê razî bûye. Swêdê daxwaz ji Tirkiyeyê û Hengariyayê kiriye ku bê gîrobûn li ser daxwaza wê razî bibin.

Pêştir jî Hikûmeta Swêdê razîbûna xwe li ser radestkirina yek ji welatiyan ji bo Tirkiyeyê diyar kiribû, ku bi Tawana bazirganîkirinê bi madeyên hişber û piştevanîkirina PKKyê hatibû sizadan. Ew jî wekî pêşengiyekê bû ji bo razîkirina Tirkiyeyê.

Razîbûna Hikûmeta Swêdê li ser daxwaza radestkirina wî kesî piştî wê yekê hat ku desthilata dadwerî ya Swêdê razîbûna xwe li ser radestkirina wî welatiyê Tirkiyeyê yê 35 salî diyar kiribû, ku Enqere dixwaze bi Tawana bazirganîkirina bi madeyên hişber sizayê zindanîkirinê li ser wî bisepîne.

Tirkiye daxwazê ji Swêdê dike ku bi dehan alîgirên PKKyê bide destê wê, lê Hikûmeta Swêdê tekezê li ser wê yekê dike ku ew mijar girêdayî desthilata dadweriyê ye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony blinken pêştir giringiya diyarkirina nîgeraniya her endameke NATOyê li ser berfirehbûna wê hevpeymaniyê tekez kiribû. Awî amaje dabû wê yekê jî ku Tirkiye kariye hindek ji nîgeraniya xwe li ser endambûna Swêdê û Finlandê diyar bike.

Blinken got jî, herdu welatan pêngavên pêdivî ji bo çarekirina nîgerniyên Tirkiyeyê avêtine, herwesa hevpeymanên din ên NATOyê û Amerîka niha dibînin ku divê Swêd bi rengekî fermî bibe endama NATOyê.