Baregeha leşkerî ya Eyn El-Esed bi çend mûşekan hat armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Careke din du mûşek li baregeha leşkerî ya Eyn El-Esed a li parêzgeha Enbarê ya ku ji aliyê Amerîka ve tê bikaranîn ketin.

Jêderên ewlehiyê gotin, îro 2 mûşekên ji cureya grad li derdora baregeha Eyn El-Esed ketin, bêyî ku ti ziyanên canî bêne aşkerekirin. Heta niha jî ti aliyekî berpirsatiya xwe ji ber wî êrişê ranegihandiye.

Di çend rojên borî de, ev pêncemîn êrîşa bi vî rengî ye li ser baregeh û berjewendiyên Amerîka li Iraq û Sûriyeyê.

Amerîka û Kanadayê hişyarî dane welatiyên xwe ku serdana Iraqê nekin û yên li Iraqê ne jî di zûtirîn dem de jê derkevin.

Baregeha Eyn El-Esed mezintirîn baregeha leşkerî li Iraqê ye. Ji dawiya sala 2014an ve, hêzên Amerîkî lê ne û rola wan a sereke perwerdekirina hêzên Iraqî ye.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) jî hefteya borî ragihandibû, ji ber êrişên vê dawiyê yên li ser hêzên Amerîkayê, ew ê sîstema berevaniya asmanî bişîne Rojhilata Navîn.

Piştî berdewambûna şer û hevrikiyên di navbera Israîlê û Hemasê de, kom û hêzên çekdar ên nêzî Îranê çend caran gef li hêzên Amerîkayê xwarine.