Mesrûr Barzanî: Berî xwandinê, divê xwendekar bên perwerdekirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya wan mamostayan kir ên ku li ser karê xwe berdewam in û got: Berî xwandinê, divê xwendekar bên perwerdekirin.

Sibeha îro roja Çarşemê, 25ê Cotmeha 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi amadebûna Weîzrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd û parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, dibistan û baxçeyê zarokan ên Macîdî li Hîwa Sitiya bajarê Hewlêrê vekirin û paşî gotarek pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî di pareke gotara xwe de got: Dibistan cihê fêrkirina xwandinê tenê nîne, belkî cihê perwerdeyê jî ye. Dema xwendekar tên dibistanê, divê fêrî wê yekê bibin ku paştir di jiyanê de çawa serederiyê bi arêşeyan re bikin. Ew dersa yekê ji mamostayê xwe fêr dibin, lewma li ser hikûmetê pêdivî ye seqayekî guncayî û dibistanên birêkûpêk ji bo xwendekarên xweşevî çê bike.

Serokwezîrî herwesa amaje da, “ez dizanim me kêm û kasî li gelek cihan hene lê hikûmet dê li dû erk û karînên xwe li ser çêkirina dibistanên nû û nûjenkirina dibistanên heyî berdewam be. Heta niha gelek dibistan hatine nûjenkirin û hindek dibistanên nû jî hatine çêkirin, lê dîsa jî em li ser astê hemî Herêma Kurdistanê pêdivî gelek dibistanên din in jî û em dê berdewam bin”.

Paşî wî amaje da wê yekê ku karekî baş di kertê perwerdeyê de li ser çaksaziyê hatiye kirin. Serokwezîrî pesna Wezareta Perwerdeyê û Wezîrê Perwerdeyê kir û ji ber xemxwerî û dilsoziya wan spasiya wan kir.

Herwesa spasiya mamostayan jî kir û amaje da rewşa jiyana wan û zehmetî û aloziyên wan û taybet wan mamostayên ji bilî mûçeyî çi dahatên din nînin lê her li ser karê xwe berdewam in.

Paşî amaje da wan mamostayan jî yên ku heta niha nekarîne dest bi karê xwe bikin û piştevaniya wan jî kir lê ji wan xwast ku rexneyê li wî alî bigirin ê ku sedema birîna mûçeyan an jî gîrobûna mûçeyan in. Herwesa amaje da, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê sûçbar nîne û gelek rijd e ku bi zûtirîn dem mûçeyên wan ji bo wan dabîn bike û em dê berdewam jî bin ku bi hev re daxwaza mafên mamostayan û hemî fermanberên din ên Herêma Kurdisatnê bikin”.

Li dawiyê jî got, “Mixabin hindek alî mimkin e swarî wê pêlê bûbin û yariyan bi hestên mamostayan bikin. Ên ku niha piştevaniya mamostayan dikin ku neçin dibistanan, ew dixwazin tola wan kesên ku mûçeyên wan birîne ji xwendekaran vekin. Ev jî qet rewa nîne”.

Herwesa got jî, “Divê xwendekar dersa yekê ji mamostayên xwe fêr bibe dersa xweragiriyê û berdewamiyê be. Divê em arîkariya hev bikin ji bo ku xwendekarên me ji destpêkê fêrî viyanê û xweragiriyê bibin”.