Amerîka êrîşekê li Hewlêrê dişkîne

Berdevkê Pentagonê, Pat Ryder
Berdevkê Pentagonê, Pat Ryder

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Pentagonê Pat Ryder şkandina êrîşekê li Hewlêrê ragehand. Di eynî demê de jî, geştên balafirxaneya Hewlêrê berdewam in.

Îro roja Pêncşemê, 26ê Cotmeha 2023ê, Berdevkê Pentagonê Pat Ryder di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, komên girêdayî Îranê li Îraqê 12 caran êrîş kiriye ser hêzên me. Herwesa amaje da, “hêzên me li Sûriyeyê jî çar caran tûşî êrîşan bûne”.

Berdevkê Pentagonê got: Me êrîşek şkand ku ji bo ser hêzên me li Hewlêrê hatibû kirin, di eynî demê de jî geştên Balafirxaneya Hewlêrê berdewam in.

Pat Ryder bal kişand ser wê yekê ku ew êrîşan li ser hêzên wan li Îraqê hatine kirin serkeftî nebûne. Wî got: Ew êrîşên li ser hêzên me tên kirin ji aliyê Îranê ve tên kirin.

Wî amaje da wê yekê jî ku dê bergiriyê ji hêzên xwe bikin û her tiştekî pêdivî dê ji bo parastina hêzên xwe li Rojhilata Navîn bikin.

Di eynî demê de Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji K24ê re got, geştên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê berdewam in.

Roja Sêşemê, 24ê Cotmeha 2023ê, Berdevkê Pentagonê Pat Ryder di konfiranseke rojnamevanî de ragehandibû, “armanca me ji şandina hêzeke zêdetir ji bo deverê berhingarbûna êrîşan e, ger şer berfirehtir bû. Peyamek e ji bo wan aliyên dixwazin alozî hemî deverê vegirin, em ji wan re dibêjin ku ew hizireke xirab e”.

Ryder herwesa got: Hêzên me li Îraqê û Sûriyeyê hene. Hêzên me li ser daxwaza Îraqê li wê derê mane û armanca me nehêlana DAIŞê ye û me li Sûriyeyê jî her ew erk heye.

Ryder herwesa amaje da, “ev cara yekê nîne ku milişyatên girêdayî Îranê êrîşê dikin ser hêzên me û dixwazin aloziyan çê bikin û çavên me li ser erkê me nehêlin. Em jî dixwazin hemî pêdivîtî li ber destê me bin, ji bo parastina xelkê me. Em çi caran ji parastina wan dudil nabin, ger metirsî bikeve ser wan, ji ber ku em bi erkekê giring radibin ku ji bo parastina ewlehiya me ya neteweyî giring e û ew jî nehêlana bi yekcarî ya DAIŞê ye”.

Herwesa Berdevkê Pentagotê got: Êrîşên li ser hêzên me li Îraqê û Sûriyeyê zêde bûne, herwesa me sîstema bergiriya asmanî jî li deverê ji bo parastina hêzên xwe binecih kiriye.