Sedir daxwaza daxistina balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tebgera Sedir Muqteda Sedir daxwaza daxistina balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê dike.

Rêberê Tebgera Sedir Muqteda Sedir li ser hejmara xwe ya tora Xê peyamek parve kiriye, tê de daxwazê ji hikûmet û perlemanên Îraqê dike, li beranberî piştevaniya Waşintonê ji bo Israîlê, dengî ji bo daxistina balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê bidin.

Sedir di peyama xwe de amaje daye wê yekê jî ku divê pabendî parastina şandiyên diplomatkar bin û rêyê nedin milişiyat seqamgîriya Îraqê têk bidin.

Sedir haydarî da ku ger hikûmet û perleman bê bersiv bimînin, dê helwesteka din hebe.

Rêberê Tevgera Sedir amaje daye wê yekê jî ku divê hemî alî pabend bin û xwe ji bikaranîna çekî dûr bikin. Herwesa wî got: Em hêvîdar in alîgirên cîhadê bi behaneya lawaziya aborî û wezareta Gencîneya Amerîkayê rêyê li vê daxwazê negirin. Berivajî, bêdengî dê asayîkirina hevregezxwaziyê û hejariyê li dû xwe bîne.