Tirkiye 550 penaberên din vedigerîne bakurê Sûriyeyê

Penaberên Sûrî
Penaberên Sûrî

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatên Tirkiyeyê di 24 demjimêrên borî de zêdetirî 550 penaberên Sûriyê dersînorî bakurê Sûriyeyê kirin.

Li gor medyaya xwecihî, desthilata Tirkiyeyê zêdetirî 550 penaberên Sûrî di deriyên Girê Sipî, Bab El-Hewa Bab El-Selamê re ji nava xaka xwe dersînor kirin û radestî grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyê ve kirin.

Li gorî zanyariyan, proseya dersînorkirinê piştî wergirtina hemû belge û pencemorên tiliyên penaberên hat kirin, ji bo nikaribin careke din vegerin.

Demek e hikûmeta Tirkiyeyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî.

Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.

Li gorî zanyariyan, desthilatên Tirkiyê tenê di hefteya borî de, zêdetir ji 3300 penaberên Sûrî di deriyên Girê Sipî, Bab El-Selame û Bab El-Hawa re dersînor kirine.