CHP îro 38emîn kongreya xwe ya asayî lidar dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro kongreya asayî ya CHPê li Enqereyê tê lidarxistin û sê kesan xwe ji bo serokatiya CHPê kirine namzed.

Îro dê 38emîn Kongreya Asayî ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Enqereyê bi diruşma "Di Sedsala Duyemîn de Kongreya demokrasî û Yekîtiyê” tê lidarxistin.

Kongre ku îro û sibe 4 û 5ê Mijdarê dewam dike, tê de 1368 endamên CHPê amade dibin û dê deng ji bo hilbijartina serokekî nû bidin.

Ji bo serokatiya nû ya CHPê, navê sê namzedan derbas dibe ew jî, Kemal Kiliçdaroglu, Ozgur Ozel û Orsan Oymen in.

Di roja yekemîn a kongreyî de serokê partiyê, sibe jî Civata Partiyê ku ji 60 kesan pêk tê, dê werin hilbijartin.

Kemal Kilicdaroglu ji sala 2010an ve ye serokê giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) ye, tê çaverêkirin ku Kiliçdaroglu careke din bibe Serokê CHPyê.

Duhî 55 serokên parêzgehan bi serokatiya Serokê Rêxistina Enqereyê CHPê Ûmît Erkol, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji Kiliçdaroglu re ragihandin.

CHP partiya herî kevnar a Tirkiyeyê ye û di dîroka xwe ya 100 salan de heta niha heft kesan Serokatiya CHPyê kirine.