Li Dêrazorê 9 çekdarên mîlîşyayên ser bi Îran ve di êrîşên Amerîkayê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşên Amerîkayê yên li ser baregehên grûpên çekdar ên ku Îran piştevaniya wan dike de, 9 kes li Dêrezorê hatin kuştin.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand, hêzên asmanî yên Amerîkayê duhî Çarşemê “navendeke çekan ya girêdayî Îranê” li rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.

Austin di daxuyaniyekê de got: “Hêzên Amerîkî êrîşeke xweparastinê li dijî navendekê li rojhilatê Sûriyê pêk anî ku ji aliyê Îranê û komên girêdayî wê ve tê bikaranîn.”

Amaje bi wê yekê jî kir, êrîş ji aliyê du firokeyên F-15 yên Amerîkî ve hatiye kirin, ew wek bersivekê li dijî êrişên ku vê dawiyê li ser hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê tên kirin, hatiye.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav (SOHR) kir, firokeyên şer ên Amerîkayê şeva borî baregehên leşkerî û depoyeke çekan li bajarê Dêrezorê bombebaran kirin.

Diyar kir jî, di encama êrîşê de, 9 kes hatin kuştin, ji wan 3 kes Sûrî ne ku bi mîlîşyayên ku Îran piştevaniya wan dike re, kar dikin.

Li gorî Rewangehê, Tê pêşbînîkirin ku hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku birîndar hene û rewşa hin ji wan giran e.

SOHR destnîşan kir jî, ji bilî kuştî û birîndaran, di bombebarana firokeyên Amerîkî de, çek û cebilxane jî hatin jinavbirin.

Da zanîn jî, Her îro danê sibê jî dengê teqînan di nav kêlgeha petrolê ya El-Omer de, ku mezintirîn baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê lê ne, hat bihîstin.

Herwiha got, piştre hêzên Amerîkî yên li kêlgeha El-Omer, çeperên mîlîşyayên li devera El-Meyadîn ya li başûrê rojhilatê Dêrazorê bombebaran kirin.

Li gorî zanyariyên SOHR jî, ji 19ê Cotmehê ve, 26 caran bingehên Amerîkayê li Sûriyê ji milîsên ser bi Îranê ve, hatine armanckirin.

Di çend rojên borî de, piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder roja 6ê Mijdarê eşkere kiribû, ji 17ê Cotmeha borî ve hêzên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê, rastî 38 êrişan hatine û 45 leşker û karmend birîndar bûne.