Pêncemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Silêmaniyê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştyarê Giştî yê Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Silêmaniyê Şewqî Omer ragihand, Pêncemîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan dê roja 23 Mijdarê li Silêmaniyê were vekirin.

Şewqî Omer ji K24ê re ragihand, roja 23 Mijdarê Pêncemîn Pêşangeha Pirtûkan li bajarê Silêmaniyê dê were vekirin û dê 10 rojan vekirî bimîne.

Diyar kir jî, zêdetir ji 200 weşanxaneyên xwecihî û biyanî ji nêzîkî 20 welatên cuda di pêşangehê de beşdar in û dehhezaran navnîşan dê werin pêşandin.

Da zanîn jî: “Pirtûk dê di hemû beşên çandê, rewşenbîrî, olî, felsefî, civakî, hunerî, zanistî, helbestî, wêje û hunerî, çîrok û roman, dîrok û muzîkê de bin.”