Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Ji bo nêzîkkirina nêrînan li ser hinardekirina petrolê, em hatine Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê dibêje, ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, têgihiştineke wan a baş bi Herêma Kurdistanê û Tirkiyê re heye. Herwiha got: “Hinardekirina petrolê ji bo Iraqê girîng e, ji ber ku bûdceya xwe pê dabîn dike.”

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî bi serokatiya şandeke bilind îro 12ê Mijdarê gihîşte Herêma Kurdistanê û li aliyê Wezîrê Samanên Sirûştî Kemal Mihemed û berpirsên hikûmetê ve pêşwazî lê hate kirin.

Ebdulxenî ji rojnamevanan re got, armanca serdana şanda Wezareta Petrolê ya Iraqê bo Hewlêrê, nêzîkkirina nêrînan li ser mijara dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye.

Got jî: “Li gorî yasaya bûdceya federalî, divê Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol radestî Wezareta Petrola Iraqê bike. Emê hewl bidin di civînên îro de, hemû pirsgirêkan çareser bikin û bi hêsanî dest bi hinardekirina petrolê bikin.”

Da zanîn jî: “Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bo Iraqê girin e, ji ber ku çavkaniya sereke ya sirûştî ya Iraqê, petrol e û hikûmet jî ji bo dabînkirina bûdceyê pişta xwe bi dahata petrolê ve girê dide, ji bo vê yekê jî têgihîştina me ya baş ligel birayên xwe yên li Hewlêrê heye.”

Diyar kir jî: “Gava yekem ew e ku bi kompanyayên ku petrola Herêma Kurdistanê derdixin re lihev bikin. Di vê derbarê de jî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftina destpêkê heye. Emê hewl bidin di van du rojan de li Hewlêrê hemû pirsgirêkên derbarê hinardekirina petrolê de çareser bikin.”

Derbarê helwesta Tirkiyeyê li ser dubare hinardekirina petrola Kurdistanê de, Ebdulxenî got: “Hevtêgihîştina me bi Tirkiyê re heye, ji bo careke din petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin.”