Ji bo cara yekê li Nexweşxaneyeke Helebceyê operasiyoneke kêmpeyda tê kirin

Rêveberê Tendirustiya Helebceyê, Diktor Azad Mistefa
Rêveberê Tendirustiya Helebceyê, Diktor Azad Mistefa

Helebce (K24) – Ji bo cara yekê li Nexweşxaneya Kîmyabaranê li Helebceyê operasiyoneke kêmpeyda tê kirin. Rêveberê Tendirustiya Helebceyê Diktor Azad Mistefa radigehîne ku, ev ji bo cara yekê ye di dîroka tendirustiya Helebceyê de operasiyona vekirina kuloxê serî ji bo zaroyekî tê kirin.

Îro roja Yekşemê, 12ê Mijdara 2023ê, Rêveberê Tendirustiya Helebceyê Diktor Azad Mistefa di konfiransekî rojnamevanî de ragehand: Operasiyoneke kêmpeyda ji aliyê Diktor Neşet ve, ku şarezayê operasiyonên mejî, demar û stûna piştê ye, ji bo zaroyekî hat kirin, ew jî operasiyona vekirina kuloxê serî bû.

Rêveberê Tendirustiya Helebceyê spasiya Lijneya Parvekirina Pizişkan li Wezareta Tendirustiyê kir ku pizişkek ji wan re şandiye. Herwesa got: Me hemî şiyanên xwe û Lijneya Parvekirina Pizişkan li Wezareta Tendirustiyê bi kar anîn ji bo ku ev operasiyona kêmpeyda li vê nexweşxaneyê bê kirin.

Rêveberê Tendirustiya Helebceyê amaje da wê yekê jî ku li paşerojeke gelek nêzîk şeş pirojeyên giring ên tendirustiyê dê ji bo welatiyan li Helebceyê bên vekirin.