Mesrûr Barzanî: Ez hêvîdar im em bikarin zêdetir xizmeta bajarê helmet û qurbaniyan bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê de dibêje, “Ez hêvîdar im em bikarin zêdetir xizmeta bajarê helmet û qurbaniyan bikin”.

Îro roja Sêşemê, 14ê Mijdara 2023ê, bi helkefta salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Bîranîna 239 saliya avakirina bajarê Silêmaniyê li hemî xelkê Kurdistanê pîroz be”.

Mesrûr Barzanî di pareke din a peyama xwe de dibêje, “Ez hêvîdar im Xudayê mezin wê derfetê ji me re peyda bike ku em bikarin zêdetir xizmeta xelk û bajarê helmet û qurbaniyan bikin”.

Îbrahîm Paşayê Baban li 14ê Mijdara 1784ê bajarê Silêmaniyê damezrandiye, dema ku paytexta mîrgeha xwe ji Erdelanê veguhastiye Silêmaniyê.

Silêmanî her ji kevin de wekî navendeke giring a rewşenbîrî û edebî hatiye nasîn û li 30ê Cotmeha 2019ê ji aliyê UNESCOyê ve navê Bajarê Dahêner ê Edebî pê hatiye dan. Li roja 3ê Berçileya 2012ê, Perlemana Kurdistanê bi piraniya dengan qanûna paytextkirina Silêmaniyê wekî bajarê rewşenbîrî pejirand û niha wekî paytextê rewşenbîrî li Herêma Kurdistanê tê nasîn.