Tirkiyeyê 13 çekdar li Zap û Xwakurkê kuştin

Dîmenekî bombebarankirinê / Çavkanî: Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê
Dîmenekî bombebarankirinê / Çavkanî: Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiyeyê kuştina 13 çekdarên PKKyê li Zap û Xwakurkê ragehand.

Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê di beyannameyekê de ragehand ku operasiyoneke asmanî bo ser bingehên PKKyê li Zap û Xwakurkê kiriye û 13 çekdarên PKKyê kuştine.

Ji aliyekî din ve PKK jî radigehîne ku li Zap û Xwakurk û Metîna êrîşî artêşa Tirkiyeyê kiriye û di dema heftiyekê de 16 serbazên Tirkiyeyê kuştine.

Şerê PKK û Tirkiyeyê li deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir zirarê digehîne welatiyên Herêma Kurdistanê. Ji ber wî şerî, nêzî 800 gundan û hejmareka deverên geştiyarî li sinorê Herêma Kurdistanê hatine wêrankirin û berdan. Piraniya wan gundan dikevin sinorê parêzgeha Dihokê. Vê yekê jî zirareka zêde gehandiye kertên geştiyariyê û çandinê yên Herêma Kurdistanê.

Li gor dawî amajeyên naverasta meha Tebaxê ya îsal, 274 gund li sinorê parêzgeha Dihokê ji ber wî şerî hatine berdan ku 250 ji wan dikevin sinorê qezaya Amêdiyê û 24 jî dikevin sinorê qezaya Akrê. Herwesa 47 gund li sinorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê jî ji ber wî şerî hatine berdan.