HEDEP li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meşan birêk dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – HEDEP îro ji bo balê bikşîne ser rewşa zindanê ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meşan birêk dixe.

Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (HEDEP), îro 18ê Mijdarê li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê zindanîkirî yê PKKê Abdullah Ocalan meşan birêk dixe.

Biryar e Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan jî beşdarê meşa li Diyarbekirê bibe.

Ev yek di demekê de, li parêzgeha Diyarbekirê û Wanê jî her cûre çalakî, meş û xwenîşandan hatine qedexekirin.

Ocalan ev 24 sal in li Girtîxaneya Îmraliyê zindanî ye û nêzikê 3 sal in çi pêwendiyek di navbare wî û parêzer û kesûkarên wî de çênebûye. Herî dawî meha borî cezayeke nû li wî hatibû birîn û hevdîtinên wî bi parêzeran re heta 6 mehan hatibû qedexekirin.