Kabîneya Nehem li Dihokê molet dane 64 projeyên veberhênanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina jêrxana aboriyê, giringî daye kertê taybet û li parêzgeha Dihokê, molet dane 64 projeyan. Rêveberê Veberhênana Dihokê jî dibêje: “Heta niha 100 hezar derfetên kar hatine peydakirin.”

Rêveberê Veberhênana Dihokê Heval Sidîq ji K24ê re got: “Ji destpêka Kabîneya Nehemîn ve, tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê wek kertê pîşesazî, çandinî û geştiyariyê, giringî bi sektora taybet were dayîn, ji bo ku bi riya projeyên veberhênanê, aborîyeke bihêz li Herêma Kurdistanê çêbibe.”

Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Veberhênana Dihokê, niha li parêzgeha Dihokê 276 projeyên veberhênanê di warên cuda de bi buhayê 6 ​​milyar dolaran hene. Van projeyan 20 hezar derfetên karên rasterast û 100 hezar derfetên karên nerasterast peyda kirine.

Projeya termînala Dihokê ku yek ji wan projeyên sektora taybet e, derfetên kar ji bo hejmareke mezin a ciwanan peyda kiriye, tê çaverêkirin ku dema ku beşên din ên termînalê temam bibin, derfetên zêdetir çêbibin.

Serperiştyarê Termînala Dihokê Şadîn Cemîl ji K24ê re ragihand: “Heta niha nêzîkî hezar derfetên kar ji bo ciwanan di termînalê de hatine peydakirin.