Dukandarên Minbicê li dijî biryarên Rêveberiya Xweser ketine grevê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li dijî biryarên ferzkirina bacan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, ji sê hefteyan ve li Minbicê greva giştî heye.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kir, ji ber ferzkirina bacên darayî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, xwediyên dukanan greva giştî ragihandine û karê xwe rawestandine.

Diyar kir jî, greva giştî ji heyama 3 heftiyan ve dest pê kiriye û heta niha ti helwest û bersiv ji aliyê Rêveberiyê ve nehatine dayîn.

Roja 18ê Îlona borî jî, ji ber bilindkirina nirxê sotemeniyê ji aliyê Rêveberiya Xweser grev û xwepêşandan li hejmarek bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê hatin kirin, tevî berdewamiya xwepêşandanan bo zêdetir ji 2 hefteyan, dîsa jî ti helwest û bersiv nehatibûn dayîn.