PDK: Ev hilbijartin ji bo Kurdên Kerkûkê girîng û diyarker e

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Beşa Hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê dibêje: “Ev hilbijartinên encûmenên parêzgehan ji bo Kurdên Kerkûkê diyarker e. Em bang li hemû welatiyên Kurd dikin ku beşdarî hilbijartinan bibin.”

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê li Kerkûkê Saman Reşîd ji K24ê re ragihand, %77ê xelkê Kerkûkê navê xwe bo kertê biyometrîk û li listen dengdanên tomar kirine, ku 889 hezar û 745 dengder in.

Got jî: Ji meha borî ve navendên dengdanê li Kerkûkê hatin vekirin, welatî bo wergirtina kartên xwe dikarin biçin 43 navendên tomarkirina dengderan.

Reşîd Diyar kir jî, li gorî biryara komîsyonê, kesên ku tenê biyometrîk yan jî navên xwe tomar kirine, dê bibin dengder û navên wan dê di lîsteya dengderan de bê tomarkirin.

Herwaha got: Xelkê Kerkûkê divê bi coş biçin kartên xwe werbigirin, ji ber ku tenê xwediyê kartên biyometrî dikarin di vê hilbijartinê de deng bidin û ev hilbijartin ji bo me Kurdan pir giring û diyarker e.”

“Me ji sala 2023’an ve em hewl didin pirsgirêkên navçeyên Kurdistanî û erebkirina wan deveran bi rêya madeya 140 ya destûrê çareser bikin. Lê Bexda cîbicîkirina vê madeyê piştguh dike.”

Got jî: “Piştî xiyaneta 16ê Cotmehê, xirabûna 6 salan berdewam kir. gelek kes anîn Kerkûkê û hewl didin demografiya bajêr biguherînin. Her çend e em rêgiriyê jî dikin, lê ew hewl didin zeviyên Kurdan bidin wan leşkerên ku 10 sal in li Kerkûkê ne.”

Biryar e hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê di 18ê Berçileya 2023an de birêve biçe. Li Kerkûkê milyonek û dused hezar dengder dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.