Serokwezîr Mesrûr Barzanî Kargeha Destar ya Ardî li Dihokê vedike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li parêzgeha Dihokê Kargeha Destar ya Ardî vedike.

Li gorî Nivîsgeha Serokê Hikûmetê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Mijdarê dê Kargeha Destar ya Ardî li komelgeha Domîz a Dihokê veke.

Kargeha ard li navçeya Domeza navçeya Sêmêlê ye, rûbera wê 25 hezar metro çargoşeya ye, têçûna wê projeyê 22 milyon dolar e û 52 hezar û 300 ton genim embar dike.

Ev proje dê derfetên kar ji 250 welatiyên herêmê re peyda bike. Karîna wê yê rojane jî, hêrandina 500 ton ard e.

Kargeha ard ya Destar dê bandorek mezin li ser bazarkirina berhemên cotyaran û ewlehiya xwarinê li herêmê bike ku salane dê genim ji cotkaran werbigire.

Ev di demekê de, her îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Zaxoyê kevirê bingehîn ê du projeyan, navçeya pîşesazî û kargeha vezivirandina zibil û paşmayîyan danî.

Ev proje ji bo pêşxistina sektora pîşesazî û bihêzkirina jêrxana aborî li herêmê stratejîk in, her du proje dê zêdetir ji 5 hezar derfetên kar peyda bikin.