Mesrûr Barzanî di merasima vekirina kargeheke Dihokê de: Em piştevaniya ewlehiya xwarinê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina Kargeha Destar ya Ardî li Dihokê de ragihand, “Giringîdana bi sektora çandiniyê û karkirina ji bo dabînkirina ewlehiya xwarinê, yek ji armancên sereke yên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 19ê Mijdarê di merasima vekirina kargeha Destar a ardî li Dihokê de, gotarek pêşkêş kir û tê de spasiya kompanyaya cibicîkar kir kir ku vê kargehê bi sedan derfetên kar ji ciwanan re peyda kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Giringîdana bi sektora çandiniyê û karkirina ji bo dabînkirina ewlehiya xwarekê, yek ji armancên sereke yên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ji bo vê mebestê jî di van salên dawî de me bi hevahengî ligel sektora taybet kar kiriye ji bo cibicîkirina çendîn projeyên girîng li Herêma Kurdistanê di warê bazarkirin û kirîna genim û dexlûdanê cotkaran.”

Her wiha got: "Em hemû hewlên xwe didin ji bo dabînkirina ewlehiya av û xwarinê û piştgiriya berhemên navxwe û berhemên cotyaran. Em cotkarên xwe piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê piştevaniya wan bike û kar ji bo peydakirina bazarên navxwe û derve ji bo berhemên wan dike.”

Herwesa amaje da, “Çêkirina kareghên ji vî rengî dê zêde arîkariya cotyarên me bike ku berhemên xwe bifiroşin. Herwesa piştevaniyek e ji bo wan ku li ser karê çandinê û berhemanînê berdewam bin. Ji bo heyama çend salan cotyarên me di rewşeke bêhêvîtiyê de bûn, wekî pêdivî piştevaniya wan nedihat kirin lê ez wan piştrast dikim ku ez gelek xemê ji pêşvebirina kertê çandinê û arîkariya cotyaran dixwem û her tiştekê ji me bê em xemsariyê nakin.

Mesrûr Barzanî got: Wekî ku hûn haydar in, di hemaya çend salên borî de piroseya hinardekirina berhemên navxweyî yên cotyarên me ji bo bazarên derve dest pê kiriye û dê berdewam jî be.

Herwesa ragehand, “Kurdistan her ji serdemên kevin ve devereke giring a çandinê bûye û xwediya erdekî berfireh û zengîn e. Eger wekî pêdivî feyde jê bê wergirtin, mimkin e em heta asteke baş ewlehiya xwarinê ji xwe re dabîn bikin û ji bo Îraqê û cîhanê jî bibin çavkaniyeke xwarinê”.

Wekî ku Mesrûr Barzanî behs kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye hemî hêsankariyan ji bo kertê taybet pêşkêş bike ji bo ku bi kertê giştî yê Herêma Kurdistanê ber ber bi qonaxeke pêşkeftî bibe. Lewma ez daxwazê ji weberhênerên Herêma Kurdistanê dikim ku weberhênanê di kertên çandinê û pîşesaziyê de bikin ji bo ku em aborê Kurdistanê zêdetir vejînin û kêmtir pişta xwe bi derve girê bidin bi merema dabînkirina pêdivîtiyên navxweyî.