Elî Teter: Bi gojimê zêdetirî yek tirilyon dînaran piroje li sinorê Dihokê hatine çê kirin

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) – Di merasîmên vekirina Kargeha Destar ya Arî de li Dihokê, Parêzgerê Dihokê tevaya wan pirojeyên ku li sinorê Dihokê hatine çêkirin eşkere dike û dibêje: Kabîneya nehê bi bihayê zêdetirî yek tirilyon dînaran piroje çê kirine.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter di merasîmên vekirina Kargeha Destar ya Arî de li Dihokê ragehand, “Di çar salên borî de, me 65 piroje hebûn ku bandora xwe li ser aborê Herêma Kurdistanê heye”.

Herwesa got: Ew 65 piroje bi bihayê yek tirilyon û 88 milyon dînaran li parêzgeha Dihokê hatine çê kirin. Bi dilxweşî ve niha ew piroje hemî keftine xizmeta welatiyan, hejmareke kêm jî di du an sê mehên bê de dê bikevin xizmeta welatiyan.

Amaje da wê yekê jî ku li sala 2020ê wan 148 piroje çê kirine ku 147 ji wan keftine xizmeta welatiyan. Tenê yek piroje maye, ew jî nexweşxaneya Dîrelok-Şêladizê ye ku hêşta temam nebûye, mimkin e di çend mehên bê de ew jî bê temamkirin.

Tekez jî kir ku li sala 2021ê, ji aliyê Serokê Hikûmetê ve razîbûn li ser 138 pirojeyan hatiye diyarkirin, 136 ji wan bidawî hatine û tenê du piroje mane ku biçûk in. Hindek arêşeyên teknîkî hene, ew jî di rojên bê de dê bidawî bên.

Herwesa Parêzgerê Dihokê ragehand ku li sala 2022ê Serokê Hikûmetê razîbûna xwe li ser 444 pirojeyan diyar kiribû ku kar di 356 ji wan de tê kirin û 88 ji wan keftine xizmeta welatiyan. Herwesa li sala 2023ê, bi bihayê 45 milyar û 722 milyon dînaran piroje ji bo xelkê qezaya Sêmêlê hatine çêkirin.

Tekez kir: Herwesa razîbûn li ser pirojeyên Dihokê hatiye diyarkirin, bi gojimê 35 milyar û 246 milyon dînaran. Herwesa îsal ji bo sinorê qezaya Amêdiyê razîbûn li ser mezaxtina 22 milyar û 686 milyon dînaran ji bo hejmareke pirojeyan hatiye diyarkirin, ku di qonaxa tenderan de ne. Ji bo qezaya Akrê jî, 31 milyar û 500 milyon dînar hatine terxankirin û 20 milyar dînar jî ji bo qezaya Berdereşê hatine terxankirin. Tevaya pirojeyan dibin 818 piroje ku nîva wan keftine xizmeta welatiyan, bihayê wan jî yek tirilyon û 35 milyon dînar in.