Matthew Zais: Petrola Herêma Kurdistanê dikare cihê Tengava Hormizê bigire

Matthew Zais
Matthew Zais

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Dezgeha Atlantic a Enerjiyê dibêje: Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bo bazarê enerjiyê yê cîhanî giring e, herwesa rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê pirseke siyasî ye. Di derheqa korbenda MEPSê de dibêje: Ev korbend giringiya Herêma Kurdistanê berçav dike.

Cîgirê Serokê Dezgeha Atlantic a Enerjiyê Matthew Zais ji K24ê re ragehand, “Em hêvîdar in hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem bê destpêkirin. Ji meha Adarê were hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatiye rawestandin, em wekî yek ji kompaniyên warê petrolê li Herêma Kurdistanê bi rêya Apikurê amade ne careke din dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bikin, lê arêşe ne bazirganî belkî siyasî ye. Em hêvîdar im zû bê çarekirin”.

Cîgirê Serokê Dezgeha Atlantic a Enerjiyê herwesa ragehand, “Em hêvîdar in danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê bi kompaniyên berhemanîna petrolê re berdewam bin û bi zûtirîn dem herdu alî bigehin lihevkirinekê".

May Zeys got: Me berdewam gotiye ku Hikûmeta Amerîkayê dikare roleke giring di birêvebirin û komkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bigêre, ji bo dubare hinardekirina petrolê.

Matthew Zais di derheqa korbenda MEPSê de amaje da, “Bê goman birêveçûna vê korbendê di demeke wesa hestiyar de gelek giring e û giringiya Herêma Kurdistanê jî berçav dike, ku yek ji deverên herî seqamgir ên Rojhilata Navîn e û ji hemî cîhanê xelk hatiye Dihokê. Tony Blair amade ye, Boris Johnson amade ye, herwesa hemî kesên bibandor ên cîhanê dê ji bo behskirina wan alingariyan li MEPSê amade bibin ên ku ne tenê rûbirûyî Kurdan belkî rûbirûyî hemî cîhanê bûne.

Di derheqa şerê Israîl û Hemasê û bandorên wê li ser petrolê de, Cîgirê Serokê Dezgeha Atlantic a Enerjiyê got: Mimkin e şerê Israîl û Hemasê bandor li ser petrolê hebe ji ber ku ew şer bandorê li welatên kendavî dike. Ez hêvîdar im ev arêşe mezin nebe. Destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gelek giring e, ji bo bazarê enerjiyê yê cîhanî jî giring e, ev jî hilbijartineke baş e û dikare cihê Tengava Hormizê bigire. Herwesa cîhanê û deverê jî pêdivîtî bi destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û Îraqê bi rêya boriya Ceyhanê ya Tirkiyeyî heye”.

Herwesa got: Amerîkayê peyama xwe ji bo Tehranê şandiye ku eger ew şer berfirehtir bibe û milişiyatên bi ser Îran û Hizbulahê ve tevlî wî şerî bibin, bê goman arêşe dê mezintir bibe, lewma Îranê biryar daye ku Hemas û Xezzeyê qurbanî armancên xwe bike, bê ku hebûna wê li Îraq û Sûriyeyê bikeve metirsiyê.