Sibe Wezîrê Pêşmerge vedigere ser karê xwe

Şoreş Ismaîl
Şoreş Ismaîl

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e sibe Wezîrê Pêşmerge Şoreş Ismaîl vegere ser karê xwe li Dîwana Wezareta Pêşmerge. Li gor zanyarên K24ê, di dema borî de Weîzrê Pêşmerge nameya destberdana ji karî pêşkêş kiribû lê çi sedem nebûn ku daxwaza wî bê pejirandin.

Îro roja Yekşemê, 26ê Mijdara 2023ê, li gor zanyarên K24ê, biryar e sibe seet 10 ê sibehê Wezîrê Pêşmerge Şoreş Ismaîl vegere ser karê xwe li Dîwana Wezareta Pêşmerge.

K24ê zaniye ku sibe li Wezareta Pêşmerge merasîmek dê ji bo vegeriyana navbirî bê rêkxistin.

Ev di demekê de ye ku roja Şemiyê, 25ê Mijdara 2023ê, çavkaniyekê ji Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ji peyamnêrê K24ê re ragehandibû, “Biryar e di çend rojên bê de Wezîrê Pêşmerge Şoreş Ismaîl vegere wezareta Pêşmerge û berdewamiyê bide karê xwe”.

Di eynî demê de çavkaniyekê ji Nivîsîngeha Wezîrê Pêşmerge ew nûçe ji K24ê re tekez kir û ragehand, “Di çend rojên bê de Şoreş Ismaîl dê vegere Dîwana Wezareta Pêşmerge û dê karên xwe bi cih bîne û tevlî civînên bê yên Civata Wezîrên herêma Kurdistanê bibe”.

Li gor zanyarên K24ê, ev zêdetirî salekê ye ku Wezîrê Pêşmerge Şoreş Ismaîl dewam nekiriye û karên Wezareta Pêşmerge ji aliyê wekîlê Wezîrê Pêşmerge ve hatine meşandin ji bo ku asteng çê nebin.

Dewamnekirina Wezîrê Pêşmerge asteng ji bo bicihanîna çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û bernameya wê bi hevpeymanan re çê kiribûn.

Pêştir jî çavkaniyeke haydar ji K24ê re ragehandibû, “Di serdana Tîrmeha îsal de, Arîkarê Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê Dana Stroll daxwaza vegeriyana Wezîrê Pêşmerge bo ser karê wî kiribû”.

Li gor lêkolînên K24ê, pêştir Wezîrê Pêşmerge nameya destberdana ji karî pêşkêş kiribû lê çi sedem nebûn ku daxwaza wî bê pejirandin.