Mesrûr Barzanî: Pirrengkirina aboriyê û piştevaniya cotkaran sozên ku em cibicî dikin in

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê radigihîne, pirrengkirina aboriyê û piştgirîkirina cotkaran, sozên ku em cibicî dikin in.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe yê “Facebook” nivîsî: Pirrengiya aborî, piştgirîkirina cotkaran û bihêzkirina sektora taybet, sozên ku em cibicî dikin in.”

Got jî: “Hinguv beşeke girîng a berhema me ya niştimanî ye. xweşhal im ku ji îro ve hinguvê Kurdistanê yê bi kalîte li bazarên Qeterê peyda dibe û zêdetirî 2 ton hinguv bi awayekî serketî bi rêya asmanî hat hinardekirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir: “Zêdetir ji 200 mêşvan di kampanya hinardekirina hinguv de beşdar in.”

Destnîşan kir jî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike ji bo peydakirina bazara navxweyî li Herêma Kurdistanê û Iraqê û heta niha zêdetirî tonek hinguv hatiye firotin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî îro belav kir, Di çarçoveya cîbicîkirina karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo pirrengkirina aborî, piştevaniya cotkaran û bihêzkirina sektora taybet, îro 29ê Mijdarê du ton hingivê Kurdistanê yê bi kalîteya bilind, bi riya asmanî gihîşt dewleta Qeterê.

Heta niha tonek hingiv bo bazarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê hatiye firotin, ku meha bê dê li bazaran peyda bibe û ev jî dê bibe alîkariyeke baş bo mêşvanên Kurdistanê.

Ev hewl bi serperiştiya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi piştevaniya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, Ofîsa Serokwezîr û sektora taybet hat encamdan ku zêdetir ji 200 mêşvan tê de beşdar in û nêzîkî 100 derfetên kar peyda dike. Herwiha têkiliyên nû bi firoşkar û bazarên li Qatar û welatên din ên Kendavê bi giştî re, ava bike. Hingiv jî yê navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê ye.

Ev destpêşxeriya sektora taybet, bi alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bibe bingehek ji bo hinardekirina zêdetir û dirustkirina derfetên nû yên bazirganî, di navbera Herêma Kurdistanê û welatên Kendavê de.