Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo tevlîbûna COP28ê ber bi Îmaratê ve bi rê keft

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo tevlîbûna COP28ê ber bi welatê Îmaratê ve bi rê keft.

Êvara îro roja Pêncşemê, 30ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ber bi welatê Îmaratê ve bi rê keft ji bo ku tevlî COP28ê bibe, ku dê li rojên 1 û 2 ên Berçileya 2023ê li bajarê Dubey bi amadebûna hejmareke zêde ya serok û serkirdeyên cîhanê bi rê ve biçe.

Serokweîzr Mesrûr Barzanî li ser daxwaza Cîgirê Serokê Îmaratê û Serokwezîr û Dadwerê Mîrgeha Dubey Şêx Mihemed bin Raşid al Mektûm tevlî vê kopîtkê dibe ku di roja neteweyî ya Îmaratê de ye.

Ev jî di çarçoveya pêşxistina hevahengiya navdewletî ji bo berhingarbûna zirarên guhertina keşûhewayê û karkirina civaka navdewletî ji bo geşepêdana berdewam de ye.

Di vê kopîtkê de, behsa wan astengan tê kirin ên ku ji encamê guhertina keşûhewayê rûbirûyî cîhanê dibin. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi mêvanên vê kopîtkê re li ser bandorên nerênî yên van guhertinan li ser Herêma Kurdistanê û Îraqê û welatên cîhanê danûstandinan bike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêştir jî di çend helkeftan de li ser metirsiya guhertina keşûhewayê û bandorên wê yên nerênî li ser Herêma Kurdistanê û Îraqê û deverê bi giştî haydarî dane û ji bo berhingarbûn û kêmkirina gef û metirsiyên guhertinên keşûhewayê li ser cîhanê daxwaza pêşxistina hevahengiyê û arîkariya civaka navdewletî kiriye.