Dilşad Şehab: Tevlîbûna Herêma Kurdistanê di COP28ê de nîşana pêgeha wê ya bihêz e
Navneda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê amajeyê dide wê yekê ku tevlîbûna Serok û Serokwezîrên Herêma Kurdistanê di COP28ê de nîşana wê yekê ye ku pêgeha siyasî ya Herêma Kurdistanê li ser astê herêmî û navdewletî bihêz e.
Îro roja Pêncşemê, 30ê Mijdara 2023ê, Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rengekî fermî û mil bi milê çend serok û serkirdeyên welatên cîhanê tevlî COP28ê dibin”.
Bal kişand ser wê yekê jî ku, “Tevlîbûna Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşana amadebûna Kurdan li konfiransên mezin û giring ên cîhanê ye”.
Ron jî kir ku, "Îraq û Herêma Kurdistanê di demên borî û niha û paşerojê de dikevin jêr bandora pîsbûna jîngehê, lewma ji bo Herêma Kurdistanê ji herdu aliyên siyasî û pîşeyî ve giring e”.
Dilşad Şehab tekez kir ku, “Tevlîbûna Kurdan û serkirdetiya Kurdistanê di wê konfiransê de pêdivîtiyeke niha û paşerojê ye”.
Navbirî bal kişand ser wê yekê jî ku, “Zêdebarî çalakiyên jîngehî, di bernameya Şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de heye ku hevdîtin û civînan bi mêvan û serok û serkirdeyên cîhanî re bikin. Ev jî diyar dike ku Kurdistanê pêgeheke bihêz heye”.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêngavan ji bo bikaranîna enerjiya pakij diavêje, rojane deverên Kurdistanê kesk dike û bendavên biçûk çê dike ji bo ku kêmtir bikeve bin bandorên nerênî yên jîngehê û guhertina keşûhewayê”.
Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê COP28 dê li rojên 1 û 2 ên Berçileya 2023ê li bajarê Dubey bi amadebûna hejmareke zêde ya serok û serkirdeyên cîhanê bi rê ve biçe.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî li ser daxwaza Cîgirê Serokê Îmaratê û Serokwezîr û Dadwerê Mîrgeha Dubey Şêx Mihemed bin Raşid al Mektûm tevlî vê kopîtkê dibe ku di roja neteweyî ya Îmaratê de ye.