SOHR: Di êrîşên Îsraîlê de 2 çekdarên Hizbullaha Libnanî li derdora Şamê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser baregehên leşkerî yên Sûriyeyê de, 2 çekdarên Hizbullaha Libnanî hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, firokeyê Îsraîlê îro danê sibê pêgehên Hizbullaha Libnanî li devera Seyide Zêneb û Hicêra yên li gundewarê Şamê bombebaran kirin.

Diyar kir jî, di encama êrîşê de 2 çekdarên Hizbullaha Libnanî hatin kuştin û 7 çekdarên din jî birîndar bûn û ambulans ber bi cihê bombebaranê ve çûn.

Ji aliyê xwe ve, ajansa fermî ya Sûriyeyê “SANA” li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, artêşa Îsraîlê demjimêr 01:35 bi mûşekan êrîşî çend navendên leşkerî li derdora Sûriyê kirin.

Wî jêderî got jî, sîstema berevaniya asmanî ya artêşa Sûriyeyê piraniya mûşekan xistin xwarê, hin ziyanên madî çêbûne û ti ziyanên canî tune ne.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike. Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku ew rê dide hêzên ser bi Îranê ve ji nava Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin.