Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî xizmetkarî ji bo devera pîşesazî ya Tîmarê tên gehandin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeha Herwlêrê radigehîne, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, pêngavên gehandina xizmetkariyan ji bo devera pîşesazî ya Tîmarî ya Hewlêrê tên avêtin.

Îro roja Duşemê, 4ê Berçileya 2023ê, Parêzgeha Herwlêrê ragehandinek parve kiriye ku têde hatiye, bi serperiştiya Wezîrê Şaredariyê û Geşt û Guzarê Sasan Ewnî, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Serokê Desteya Weberhênanê ya Herêma Kurdistanê Diktor Mihemed Şukrî, civînek ji bo lidûçûna pêngavên gehandina xizmetkariyan ji bo cihên pîşesaziya pêşkeftî li devera Tîmarê hat kirin.

Parêzgeha Hewlêrê di ragehandina xwe de herwesa amaje daye, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêngavên gehandina xizmetkariyan ji bo devera pîşesazî ya Têmarê li Hewlêrê tên avêtin, ku ji gehandina xizmetkariyên karebayê, avê û anîna kertê taybet ji bo zêdetir pêşxistina devera pîşesazî ya Têmarê.

Her di wê civînê de bi hûrî danûstandin li ser giringîdana bi kertê pîşesazî û paldana sermayedaran û kompanî û weberhêneran li Herêma Kurdistanê bi merema bicihanîna pirojeyên pîşesazî hat dan, bi rengekî ku qanûnî be.

Di eynî demê de ji bilî devera pîşesazî ya Tîmarê, di wê civînê de behsa deverên din jî hat kirin ku dê ji bo paşerojê bên bicihanîn, bi wî rengî Hewlêr dê bibe devereke pîşesazî ya pêşkeftî bi standardên navdewletî û kertê pîşesazî jî bi wê rêyê dê pêşkeftinên baş bibîne.

Devera pîşesazî ya Tîmarê li ser rûberê 3678 donemên erdî hatiye çêkirin û yek ji deverên pîşesazî yên mezin ên deverê ye û çend kompaniyên weberhênanê û kargehên pîşesazî yên mezin û navincî vedigire, herwesa sedemek e ji bo vejandina kertê pîşesazî û peydakirina derfetên karî, herwekî ku Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje pê daye.