Wezareta Plandananê: Ji sedî 41 xaka Iraqê bûye beyaban

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Plandananê ya Iraqê radigihîne, ji ber guherîna keşûhewayê, ji sedî 41 ji xaka Iraqê bûye beyaban.

Serokê Dezgeha Navendî ya Amaran li Wezareta Plandananê Ziya Ewad ji rojnamevanan re ragihand, lêkolînek li ser rewşa çandinî û avê li Iraqê hatiye kirin û derket ku ji sedî 41.89 ji xaka Iraqê bûye beyaban.

Ewad got, rûbera avê li ser axa Iraqê ji sedî 1.25 kêm bûye ku Dîcle û Ferat jêderên herî girîng ên van deveran in. Zeviyên çandiniyê yên ku hatine terikandin bi rêjeya ji sedî 22,21 e, cotkar bi kêmbûna avê, xirabiya axê û kêmbûna pêdiviyên çandiniyê re rûbirû ne.

Li gor raporta herî dawî ya Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê (IOM), heta nîvê meha Adara îsal, 12 hezar û 212 malbat ango 73 hezar û 272 kes, li 10 parêzgehên Iraqê ji ber hişkesaliyê bi neçarî koçber bûne.