Êrîşî balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro zenga haydarkirinê li Devera Kesk a Bexdayê tê bihîstin, paşî êrîşî balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê tê kirin.

Çend çavkaniyên ewlehiyê parve kiriye ku, serê sibeha îro (Înî, 8ê Berçileya 2023ê) çend moşek li nêzî balyozxaneya Amerîkayê li Devera Kesk a Bexdayê keftine xwarê.

Wan çavkaniyên ewlehiyê behsa wê yekê jî kiriye ku, piştî arastekirina moşekan, zenga haydarkirinê li derdora balyozxaneya Amerîkayê û li nav balyozxaneyê bi xwe jî hatiye çalakkirin.

Amaje daye wê yekê jî ku, li dû zanyarên destpêkî, çend moşek bi balyozxaneyê jî keftine û rewşa ji nişkê ve hatiye ragehandin.

Heta niha çi kom û aliyan berpirsatiya xwe ji êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkayê li Îraqê ranegehandiye.

Berî niha Bereyê Bergiriyê yê Îslamî ragehandibû ku, armanckirina Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê ji ber wê yekê ye ku Amerîka piştevaniya Israîlê dike.

Doh (Pêncşem, 7ê Berçileya 2023ê) Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê - Pentagon Sabrina Singh di bersiva peyamnêrê K24ê Îsa Hesen de ragehand ku, mana hêzên wan li Îraqê li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê ye. Herwesa amaje da ku, erkê hêzên wan li Îraqê berhingarbûna DAIŞê ye.

Sabrina Singh behsa wê yekê jî kir ku, heta niha 78 caran êrîşî bingehên serbazî yên hêzên Amerîkayê û hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê hatiye kirin.

Cîgira Berdevkê Pentagonê got, “Ji ber wan êrîşan, 66 serbaz û karmendên me birîndar bûne, lê birînên wan sivik bûne û ew hemî vegeriyane ser erkên xwe”.