Aydin Marûf: Pêşengiya Serok Barzanî ji bo mijara pêkhatan gelek giring bû

Aydin Marûf
Aydin Marûf

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhatan ragehand, “Pêşengiya Serok Barzanî ji bo çarekirina arêşeya pêkhatan di demekê guncayî de bû û gelek giring jî bû”. Herwesa got, “Ew pêşengî piştevaniyek e ji bo bihêzkirina pêkvejiyana ol û neteweyan li Herêma Kurdsitanê”.

Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhatan Aydin Marûf di konfiransekê rojnamevanî de ragehand, “Em bi hejmareka nûnerên aliyên siyasî û rêkxistinên nehikûmî re li ser rewşa pêkhatan û Dadgeha Federalî civiyan”.

Got jî, “Em hemî dizanin skalayek li dijî pêkhatan heye, me pêştir jî tekez kiriye ku mijara pêkhatan bi qanûnê hatiye rêkxistin. Herwesa kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji her demekê zêdetir piştevaniya mafên pêkhatan kiriye”.

Amaje da wê yekê jî, “Mijara skalayê li dijî pêkhatan karekê xelet bû, herwesa dê bandoreka xirab hebe”.

Bal kişand ser wê yekê jî ku, “Pêşengiya Serok Barzanî ji bo çarekirina arêşeya pêkhatan di demekê guncayî de bû û gelek giring jî bû”.

Got jî, “Ew pêşengî piştevaniyek e ji bo bihêzkirina pêkvejiyana ol û neteweyan li Herêma Kurdsitanê. Herwesa pêşengî û piştevaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ji bo bergirîkirina pêkhatan ji bo pêkvejiyanê giring e”.

Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhatan daxwaz ji aliyên siyasî kir ku helwest hebe, ji ber ku hebûna pêkhatan niha di astekê gelek baş de ye û herwesa pêkvejiyaneka bihêz jî di navbera neteweyan de heye.

Aydin Marûf tekez kir, “Em daxwazê ji Dadgeha Federalî dikin ku wê skalaya girêdayî kursiyên kotayan red bike, ji ber ku pêkhatan rewşeka taybet heye û her biryareka li dijî pêkhatan be dê bandoreka xirab hebe.

Herwesa ragehand, “Me çend pêşniyar kirine, wekî bicihanîna sîstema yekbazineyî di hilbijartinan de, ji ber ku ew dixwazin kursiyên kotayan li ser bingeha cografî bên parvekirin, em jî red dikin.

Tekez jî kir, “Em bi wê yekê re ne ku ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kar bi qanûna sala 2018ê ya Perlemana Kurdistanê bê kirin ji ber ku hemî pêkhat tevlî wê bûne”.