Encûmena Wezîran başkirina rewşa elektrîkê gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 13.12.2023an bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di xala yekem a civînê de, behsa bûyera şewata diltezîn a şewata avahiyekê li Îdareya Serbixwe ya Soranê roja 8ê vê mehê hat kirin ku mixabin di encamê de 14 kesan canê xwe jidest dan û çend kesên din jî birîndar bûn. Her wiha tedbîrên hawarhatina aliyên pêwendîdar û lêkolîna li ser sedemên derketina vê karesatê hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzzanî li ser navê Encûmena Wezîran sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwast û hêviya başbûnê jî ji birîndaran re xwast. Serokwezîr, saziyên hikûmetê raspardin ku pêdaçûnê ji bo rêkarên selametiyê li cihên giştî û taybet bê kirin, bi taybetî ji ber ku biryara Encûmena Wezîran heye ku tedbîrên ewlehiyê li wan cihan werin girtin.

Di xala duyem de, Encûmena Wezîran bi komdengî rasparde û çareseriyên derbarê pirsa zêdebûna bûyerên tundiya li dijî jinan pesend kir, ku di civîna berê ya Encûmenê de ji aliyê Cîgirê Serokwezîr ve hatibûn pêşkêşkirin.

Piştre Wezîrê Elektirîkê raportek li ser rewşa elektirîkê li Herêma Kurdistanê û pirsgirêka qutbûna giştî di sîstema elektirîkê de ku roja 11/30 rû da û hewl û projeyên wezaretê ji bo zêdekirina berhemanînê û vegerandina elektirîkê bo bernameya asayî ya dayîna elektirîkê û babeta projeya pirîpeyd û nirxê wê pêşkêş kir.

Wezîrê Elektiîkê di rapora xwe de got, niha 3473 MW elektrîk tê hilberandin û rewşa elekirîka niştimanî piştî qutbûna giştî asayî bûye û yekeyên hilberîna elektrîkê û demjimêrên hebûna elektrîkê ya niştimanî di navbera 8 û 10 demjimêran de ye.

Wezîrê Elektrîkê her wiha behsa hewl û projeyên berdewam ên wezaretê ji bo zêdekirina berhemanîna elektirîkê bi rêya bikaranîna yekeyên kombînasyona santralên elektrîkê û lêkolîna li ser sedema qutbûna giştî kir ku pirsgirêk tenê pirsgirêkeke teknîkî bû û pirsgirêkên wiha teknîkî li gelek deverên cîhanê rû didin.

Piştre çend pêşniyar û daxwaz di civînê de, ji bo baştirkirina rewşa elektirîka niştimanî û rêgirtin li rûdana qutbûna giştî ya elektrîkê û kêmkirina îsrafa elektirîkê hatin pêşkêşkirin. Encumena Wezîran, Wezareta Darayî û Aborî û aliyên peywendîdar raspardin ku ji bo dabînkirina pêwîstiyan û terxankirina bûdceya pêwîst, tedbîrên pêwîst bigirin. Herwiha Wezareta Elektrîkê jî raspard ku berdewam bin d hewl û projeyên xwe de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi şertê ku bar li ser welatiyan zêde nebe, herwiha pêwîst e wezaret xebat û projeyên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dîtina jêderên wizeya elektirîkê bidomînin.

Piştre, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab kurteyek derbarê encamên serdana xwe ya ligel Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed bo Bexdayê pêşkêş kir ku ji bo guftûgokirina derbarê hevahengî û hevkariya di navbera hikûmeta federal û Herêmê de li ser deriyên sînorî û gumrikê bû, bi berçavgirtina desthilatên destûrî û pêşxistina pirrengkirina çavkaniyên dahatê li Iraq û Herêmê bi arasteya zêdekirina dahata giştî û xerckirina wan di projeyên xizmeta giştî de.

Encûmena Wezîran biryar da ku roja 18.12.2023an bi boneya encamdana hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê, li hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê bibe bihnvedana fermî.

Herwiha bi boneya nêzîkbûna boneyên cejna jidayikbûnê (krîsmas) û sersala nû, Encûmena Wezîran ji bilî pîrozkirina rojbûna Hz. Mesîh (silavên Xwedê lê be), rojên bihnvedanê ragihand ku ji roja 25/12 heta 1/1/2024an li saziyên Herêma Kurdistanê dibe bihnvedana fermî, bi berçavgirtina taybetmendiyên saziyên xizmetguzariyê yên berdewam.