Mûsil.. Pênc kes ji ber teqeya xweşiyê ya serkeftina namzedekî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber teqeya xweşiyê ya serkeftina namzedekî li gundekê Mûsilê, pênc welatiyên sivîl birîndar bûn.

îro (Sêşem, 19ê Berçileya 2023ê) Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Îraqê NINA parve kiriye, derengî şeva borî pênc welatiyên sivîl ji ber teqeya xweşiyê ya serkeftina namzedekî li sinorê Mûsilê birîndar bûne.

Wekî ku NINAyê ron kiriye, birînên hindek ji wan birîndaran giran in û ji bo wergirtina çareseriyên pizişkî yên pêdivî ji bo nexweşxaneya Geyareyê hatine veguhsatin.

Wê ajansê amaje daye ku, ahenga serkeftinê ya wî namzedî, ku navê wî eşkere nekiriye, li gundê Hac Elî bû, li sinorê nahyeya Geyareyê ya parêzgeha Neynawayê.

Serê sibeha doh (18ê Berçileya 2023ê), hilbiojartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê li 15 parêzgehên Îraqê hatin destpêkirin û heta seet 6:00 ê êvarê berdewam bûn.

Biryar e îro (Sêşem, 19ê Berçileya 2023ê) Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê encamên berahiyê yên van hilbijartinan bi rengekê fermî rabigehîne.