PDKyê heft kursî li Neynawayê misoger kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – 52% ji dengên parêzgeha Neynawayê hatine cudakirin, PDKyê zêdetirî 53 hezar dengan wergirtine û heft kursî misoger kirine.

Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê, ku sibeha îro (Sêşem, 19ê Berçileya 2023ê) ji aliyê navendên girêdayî hilbijartinên Îraqê ve hatine parvekirin, PDKyê heft kursiyên civata parêzgeha Neynawayê misoger kirine.

Li sinorê parêzgeha Neynawayê yek milyon û 695 hezar û 566 kesan mafê tevlîbûna hilbijartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê hebû, ji wê hejmarê 882 hezar û 479 kesan dengê xwe da. Heta niha 52% ji dengên westgehan li sinorê wê parêzgehê hatine cudakirin û PDKyê zêdetirî 53 hezar û 449 dengan wergirtine û heft kursiyên civata parêzgeha Neynawayê misoger kirine.

Li gor amarên Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê, rêjeya tevlîbûna dengderan li sinorê parêzgeha Neynawayê 52% bûye. Kurdistan24 zaniye ku, ji bilî wan heft namzedên PDKyê ku serkeftina xwe ji bo civata parêzgeha Neynawayê misoger kiriye, îmkana serkeftina du namzedên din jî yên PDKyê zêde ye, yanî PDK di bizava wergirtina kursiyên heştê û nehê de ye.

Serê sibeha doh (18ê Berçileya 2023ê), hilbiojartinên giştî yên civatên parêzgehên Îraqê li 15 parêzgehên Îraqê hatin destpêkirin û heta seet 6:00 ê êvarê berdewam bûn.

Biryar e îro (Sêşem, 19ê Berçileya 2023ê) Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê encamên berahiyê yên van hilbijartinan bi rengekê fermî rabigehîne.