Konsulê Fransayê: Herêma Kurdistanê bûye cihê pêkvejiyanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê dibêje, “Tevî ku hêşta tarîperestî li ser mirovatiyê gef e, deverên Herêma Kurdistanê bûne cihê pêkvejiyanê”.

Sibeha îro (Sêşem, 19ê Berçileya 2023) Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem serdana qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê kir, bi Qayimqamê Qezaya Amêdiyê Warşîn Mayî re civiya û bi hev re danûstandin li ser nûjenkirina dibistana Qubehanê kirin.

Konsulê Giştî yê Fransayê di konfiransekê rojnamevanî de amaje da wê yekê ku, “Herêma Kurdistanê cihê pêkvejiyanê ye, tevî ku hêşta tarîperestî û tundrêyî li ser mirovatiyê gef in”.

Herwesa got, “Şarezahiyên me di parastina şûnwaran de wesa kiriye ku me li çend deverên cîhanê pirojeyên taybet ji bo parastina şûnwaran hebin, Herêma Kurdistanê jî yek ji wan cihan e, ku dibin sedema derfetên karî ji bo ciwanan”.

Wekî ku Yan Brem amaje da ku Fransayê dê li paşerojê çend pirojeyên din jî ji bo deverê hebin û got, “Em bi rêya wan pirojeyan giringiyê bi pêkvejiyana aştiyane didin”.

Yan Brem li nîva Cotmeha îsal wekî Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê dest bi karê xwe kiriye.