Hejmara serbazên kuştî yên Israîlê hat eşkerekirin

Serbazên Israîlî li Xezzeyê
Serbazên Israîlî li Xezzeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Israîlê nûtirîn amara keştiyên xwe ji destpêka şerê xwe yê bi Hemasê re parve kir û Birêveberê Giştî yê Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî daxwaza rawestandina komkujiyê li Xezzeyê dike.

Îro (În, 22ê Berçileya 2023ê) artêşa Israîlê ragehand, ji 7ê Cotmeha borî heta niha, 471 serbazên wan hatine kuştin.

Li gor zanyarên artêşa Israîlê, ji destpêka êrîşa bejahiyê bo ser Xezzeyê heta niha, 139 serbazên Israîlî hatine kuştin.

Amaje da wê yekê jî ku, hejmara birîndaran di nav rêzên artêşa Israîlê de gehiştiye 1929 kesan.

Hikûmeta Hemasê jî li Xezzeyê ragehand, hejmara keştiyên Xezzeyê ji 20 hezar kesan derbaz bû û zêdetirî 52 hezar kesan jî birîndar bûne.

Birêveberê Giştî yê Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî Tedros Adhanom Ghebreyesus ragehand, kuştina 20 hezar kesan li Xezzeyê di dema sê mehan de karekê metirsîdar e.

Daxwaz jî kir ku komkujî li Xezzeyê bê rawestandin.

Haydarî jî da ku, piştî 77 rojên şer û aloziyan li Xezzeyê, metirsiya rûdana karesatên mirovî ji ber birsê û belavbûna nexweşiyan li Xezzeyê heye.