Perlemana Tirkiyeyê pirojeqanûna endambûna Swêdê di NATOyê de pejirand
Navenda Nûçeyan (K24) – Komisyona Karûbarên Derve ya Perlemana Tirkiyeyê di dawî civîna xwe de pirojeqanûna endambûna Swêdê di NATOyê de pejirand.
Doh (Sêşem, 26ê Berçileya 2023ê) Komisyona Karûbarên Derve ya Perlemana Tirkiyeyê bi serokatiya Perlemantarê Enqereyê li ser lîsta AKPyê Fuat Oktay civiya.
Di wê civînê de, Nûnerê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Burak Akçapar di derheqa qonaxa endambûna Swêdê di rêkxistina NATOyê de zanyar dan wê komisyonê û endamên komisyonê jî li ser wê pirojeqanûnê danûstandin kirin.
Li dawiya wê civînê, pirojeqanûna endambûna Swêdê di rêkxistina NATOyê de guncayî hat dîtin û hat pejirandin.
Li meha Hezîrana 2022ê lihevkirineka sêalî di navbera Tirkiye, Swêd û Fînlandayê de hat îmzakirin. Di çarçoveya wê lihevkirinê de, Tirkiyeyê daxwaz ji Swêdê kir ku hejmareka wan kesên bi tometa endambûna PKKyê û Bizava Ethula Gulen daxwazkirî ne û li Swêdê penaber in bide destê Tirkiyeyê.
Li Adara sala borî Tirkiyeyê daxwaza Fînlandayê ya endambûna NATOyê pejirand, lê hêşta rexne li ser endambûna Swêdê hebûn û daxwaz kir ku arîkariya wê bike, pêngavên konkirîtî biavêje û kesên bi tometa terorê daxwazkirî bide destê Desthilata Dadwerî ya Tirkiyeyê.
Tirkiye daxwazê ji Swêdê dike ku bi dehan alîgirên PKKyê yên ku li Swêdê penaber in bide destê wê lê hikûmeta Swêdê tekezê dike ku ew mijar girêdayî Desthilata Dadwerî ye.