Pêşewa Hewramanî: Bi 2 dronan êriş li navendeke hêzên Pêşmerge hate kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî êrişek bi 2 dronan li ser baregeha hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Hewlêrê hate kirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Şeva borî 30.12.2023an demjimêr 11:45 bi 2 dronan êriş li ser baregeha hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li sînorê Pîrmam – Hewlêrê hate kirin, ku bi xweşî ve ti ziyanên canî çênebûne û tenê ziyanên madî çêbûne.”

Di daxuyaniyê de, “Ev êrîşa terorîstî ya ji aliyê hêzeke neyasayî ve bi alîkariya caş û hevkarên wan li ser bingeheke Pêşmerge, metirsîdar û şer firotin e.

Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Em van aliyan û hikûmeta federal ji van êrîşên tirsonek berpirsyar dibînin, ji ber ku ev grûpên deryasayî ji aliyê hikûmeta federal ve tên budce û mûçe werdigirin, tên biçekkirin û li pêş çavên hikûmeta Iraqê digerin, çek, mûşek û dronan vediguhêzin û êrîşên terorîstî li ser saziyên fermî û leşkerî pêk tînin.

Pêşewa Hewraman got: “Di demekê de ku hikûmeta Iraqê li hember wan bêdeng û kêkarîn e, lê di birîna qota gelê Kurdistanê de wêrek e û bi heman pereyan ev grûp tên fînansekirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: “Em li benda bersiv û pêngavên kirdarî ji birêz Serokwezîrê Hikûmeta Federalî ne, ji bo cezakirina van grûpan û her bersivek jî di dema xwe de, em bi mafê xwe dizanin. Em bang li hemû dost û aliyan dikin ku li hember vê kiryara terorîstî bêdeng nemînin û ji bo her bersiveke ku em guncaw dibînin, piştgiriya me bikin.”