Samuel Warberg: Amerîka tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên bi Kurd û gelên Rojhilata Navîn re dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Bervekê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîka bo Rojhilata Navîn derbarê aloziyên Rojhilata Navîn, şerê li Xezzeyê û êrîşên milîs û Hûsiyan de dibêje: “Amerîka tekeziyê li ser bihêzkirina pêwendiyan bi Kurd û gelên Rojhilata Navîn re dike.”

Bervekê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîka bo Rojhilata Navîn Samuel Worburg ji K24ê re ragihand, rêveberiya niha ya Amerîkayê tekezî li ser peywendiyên asayî bi hemû hikûmet, gel û neteweyên Rojhilata Navîn re dike.

Samuel Worburg got jî, Amerîka tekezî li ser xurtkirina peywendiyên bi gelê Kurd re weke pêkhateyeke Rojhilata Navîn dike.

Got jî: “Em di wê baweriyê de ne ku ji bo rewşa Rojhilata Navîn tiştê herî girîng aramî ye. Pêwîst e hevahengî û pêwendiyên me bi welatên Rojhilata Navîn re hebin, da ku bi hevpeymanên xwe re gelên herêmê xwe ji êrîşên terorîstî biparêzin û rê nedin Îran û birîkarên wê ku destêwerdanê di karûbarên wan de bikin.”

Bervekê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîka bo Rojhilata Navîn got jî: “Amerîka naxwaze îradeya xwe li ser gelan de ferz bike. Blinken hin birîkeyên wî ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn hebûn.”