Mesrûr Barzanî: Ji îro û pê ve em ê karên xwe li ser projeyên xwe duqat bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ji îro pê ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê karên xwe yên li ser projeyên xwe duqat bike. Kurdistan ber bi qonaxeke weçerxanê ve diçe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li platfoma “X” nivîsî: “Ji îro û pê ve em ê karên xwe yên li ser projeyên xwe yên di sektorên bankî, paredana dîjîtal, enerjî, çandinî û pîşesaziyê de duqat bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir jî: “Kurdistan ber bi qonaxeke weçerxanê ve diçe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdariya Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê ya Swîsreyê, roja 15.01.2024ê  gihîşte Swîsreyê. Di vê çarçovê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê duh bi hejmarek serkirde û berpirsên çend welatan re, çend hevdîtin pêk anîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê di konferanseke rojnamevanî de got: “Em bi wê hêviyê hatine Davosê ku bi rêya kompaniyan û wan rêzdarên tevlî Mala Kurdistanê bûne, ji bo cara yekê ku em bikarin aborê Kurdistanê pêş bixin û peywendiyên bazirganî yên Herêma Kurdistanê bi welatên cîhanê û kompaniyên navdewletî re berfirehtir bikin, ew bernameyên ku ji bo van çend rojan hatibûn danan bi vî rengî bûn, ez hêvîdar im em bikarin li ser bernameyên xwe berdewam bin.”