Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Cîgirê Serokê Civata Serokatiya Yemenê re civiya

Mesrûr Barzanî û Eyderos Zubeydî
Mesrûr Barzanî û Eyderos Zubeydî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Davosê bi Cîgirê Serokê Civata Serokatiya Yemenê û Serokê Civata Intîqalî ya Başûrî re civiya.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 18.1.2024) li Davosê bi Cîgirê Serokê Civata Serokatiya Yemenê û Serokê Civata Intîqalî ya Başûrî Eyderos Zubeydî re civiya.

Cîgirê Serokê Civata Serokatiya Yemenê êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê bi tundtirîn awa şermezar kir, serexweşî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û hevxemiya xwe jê re diyar kir.

Herwesa navbirî piştevaniya welatê xwe jî ji bo aramî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê diyar kir.

Ji aliyê xwe ve Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê dê li deverê fakterê seqamgiriyê be.