Li Diyarbekirê Konferansa Îslama Demokratîk hat birêvebirin

Konferansa Îslama Demokratîk
Konferansa Îslama Demokratîk

Diyarbekir (K24) – Bi tevlîbûna bi dehan alimên ola Îslamê yên bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, nûnerên bi dehan sazî û rêxistinên sivîl, civakî û siyasî, îro (27.01.2024) li Diyarbekirê Konferansa Îslama Demokratîk hat birêvebirin. Di konferansê de peyamên yekgirtina nirxên olî hat kirin ku bi rêya siyasete neyên rûxandin. Di bernameya konferansê de 3 serenav hatin diyarkirin û ji bo her serenavê jî nivîskar û rewşenbîr axivîn.

Konferansa Îslama Demokratîk, bi pêşengiya Komeleya Alimên Hevgirtin û Piştevaniyê ya Diyarbekirê hat lidarxistin. Ji bo konferansê, parlamenterên berê û yên nû yên DEM Partiyê, nûnerên meclisên DEM Partî û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), nûnerên Partiya Azadî û nûnerên gelek sazî û dezgehên sivîl û civakî beşdar bûn.

Di mijara yekem de “Di Serdema Kapîtalîzmê de Misilmanbûn” cih girt û li ser mijarê Siyasetmedar Ahmet Faruk Unsal axivî. Di mijara duyem de “Aştî, Dewlet û Ola Rojhilata Navîn” hebû, Cîgira Seroka PIAyê Rûmeysa Menice Gulmez axivî.

Di mijara sêyem de jî “Karta olî ya dewletê ya li dijî siyaseta Kurd a demokratik” hebû û Akademîsyen û Îlahînas Fadil Bedirhanoglu axivî.

Di konferansa keçe Kurd Jîna Emînî ya di 16ê Îlona 2022an de ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve bi sedema ku porê wê di bin lêçekê de derketibû, hatibû girtin û piştî çend rojan ji girtinê canê xwe jidest dabû, hat bibîranin ku ola Îslamê bi destê siyasetê çawa şaş tê pênasekirin.

Her wiha bang li hemû gelan hat kirin ku ol û mesheba wan çi be, dema ku di ser ol re pêkutî li wan hat kirin, divê xwe di aliyê olî de xurt bikin da ku neyên têkbirin.