Çemçemal.. bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî Mala Aram hat vekirin

Mala Aram
Mala Aram

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ragehand, “Biryara vekirina Mala Aram li sala 2020ê ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêam Kurdistanê ve hatiye dan, ku cihê 40 kesan dike”.

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kwêstan Mihemed li nav merasîma vekirina Mala Aram ji bo bêrêyan li Çemçemalê di kongireyekê rojnamevanî de got, “Ji bo vekirina Mala Aram li roja 23.8.2020ê me nivîsarek arasteyî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ji bo ku wan bêrêyên ku çi cih û mal û kesûkar nînin li cihekî vecemînin”.

Herwesa got, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 13.10.2020ê biryar da ku em Mala Aram vebikin, herwesa budce ji bo nûjenkirina avahiyê wê û dabînkirina pêdivîtiyan û damezrandina desteyê terxan kir”.

Her dîsa amaje da, “Cihê 40 bêrêyan dê li Mala Aram hebe, ku em dê li vê derê xizmeta wan bikin, herwesa bi rêya Birêveberiya Çavdêriya Civakî ya Çemçemalê û Birêveberiya Giştî ya Çavdêrî û Geşepêdana Civakî ya Silêmaniyê, xizmetkariyên wekî xwarinê û cilikan û hemî pêdivîtiyên wan jê re tên dabînkirin”.