Serokê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê: Emê li ser boykotkirina kelûpelên Îranê berdewam bin

Hewlêr (K24) – Boykota kelûpelên Îranê li Herêma Kurdistanê berdewam e û welatî û kasibkar li bazarê dewsa kelûpelên Îranê dikirin û difiroşin. Serokê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê jî dibêje: “Em li ser boykotkirin berdewam in û em nirxandinê ji daxwaza Odeya Bazirganiya Îranê re jî dikin.”

Zêdetirî hefteyekê ye li Herêma Kurdistanê boykota kelûpelên Îranê hatiye ragihandin, tevî ku di demên borî de ji ber kêmbûna nirxê kelûpelên îranî daxwaz li wan hebûye. Lê piştî êrîşa mûşekî, daxwaza ji bo kelûpelên Îranê ne wek berê ye û welatî wan nakirin.

Serokê Odeya Bazirganî ya Hewlêrê Gaylan Hacî Seîd ji K24ê re ragihand, “Odeya Bazirganiya Îranê civînek lidar xist û di civînê de daxwaz ji Herêma Kurdistanê kir ku kelûpelên wan boykot nekin. Lê em ê li ser boykotkirinê berdewam bin û em nirxandinê ji daxwaza Odeya Bazirganiya Îranê re jî dikin.”

Dikandarek di wê baweriyê de ye ku kelûpelên îranî kêmkalîte ne û li Herêma Kurdistanê alternatîfên baştir hene û got: “Em ê boykotkirina kelûpelên Îranê bidomînin û her kiriyarekî ku daxwaza kelûpelên Îranê bike, emê alternatîvên wê pêşkêşî wan bikin.”

Odeya Bazirganiyê ya Hewlêrê bang li bazirgan û welatiyan kir ku kelûpelên Îranê boykot bikin û cîgirên wan bikirin. Li hember de jî Odeya Bazirganî ya Îranê bi rêya medyaya xwe daxwaz ji Herêma Kurdistanê kir ku ji ber qebareya bazirganiyê ya mezin, boykota kelûpelên Îranê bişkîne, ji ber ku tenê sala borî li Hewlêrê bazirganî û hinardeya Îranê bo Hewlêrê zêdetirî 1 milyar dolar bû. Tê payîn ku ev boykot bi sedan milyon dolar zirarê bide aboriya Îranê.