Wezareta Derve ya Amerîkayê: Pêwîst e hikûmeta Iraqê milîsan kontrol bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve Matthew Miller got, Amerîka dê dudil nebe di bersiva komên çekdar de û got: “Divê hikûmeta Iraqê milîsan kontrol bike.”

Miller îro 1ê Sibatê di civîneke rojnamevanî de got: “Beriya êrîşên dawiyê yên heftiya borî, me berî çend mehan ji hikûmeta Iraqê re eşkere kiribû ku em dixwazin ew zêdetir hewlên xwe ji bo parastina hêzên me bide û tawanbaran bi berpirsyar bibîne, eger ne, em ti carî ji parastina xwe dudilî nabin.”

Got jî: “Ew peyama me beriya êrîşa dawiya hefteya borî bû û niha jî heman peyam me heye. Me berê jî êrîşî milîsên li Iraqê kir û em ê dudilî nebin ji bo berdewamkirina êrîşan ji bo parastina xwe.”

Her di vê derbarê de, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî îro di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, grûpên çekdar ên ku Îran piştevaniya wan dike, aramiya navçê têk didin.

Got jî: “Serokê Amerîkayê û ez jî, li êrîşên li ser leşkerên xwe û hevkarên me ve yên ku ji aliyê komên çekdar ên tundrew ên ku Îran piştgiriya wan dike, xweş nabin.”

Amaje bi wê jî kir, “Piştî êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê, komên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike û fînanse dike, hewil dan ku aramî zêdetir têk bidin, wek Hûsiyên ku li Deryaya Sor êrîşî keştiyên bazirganiyê dikin. Ev demek metirsîdar e li Rojhilata Navîn.”

Austin got jî: “Em ê ji bo pêşîgirtina li belavbûna şer li herêmê bixebitin, lê ji bo parastina Amerîka, berjewendî û gelê xwe em ê hemû tedbîran bigirin.”